Koma Delîla - Giriftar - Çûka serê darê

Çûka serê darê

Hey lê çûka serê darê
Te xwe daye li quntarê
Çi digerî vê buharê
Te li ku wenda kirye yarê

Çi digerî li wan milan
Tu dixwînî wek bilbilan
Dil jê girtî êşê dilan
Te li ku wenda kirye yarê

Wekî kurka li ser çûkan
Wek dayika ser sêvîkan
Mihacir bû li ber tirkan
Te li ku wenda kirye yarê

Awaz: Haşîm Sîpan
Muzik: Hozan Serhad