Surprise Me!

Tara MAMEDOVA - AX - Albûm

2014-06-01 1 Dailymotion

JI TARA MAMEDOVA “AX” <br />Stranbêjeke kurd bi reng û dengê xwe yê ciyawaz ket nav muzîka kurdî. Ji bo muzîkhezan wê bibe tarzekî balkêş û dê bi kêfxweşî were guhdarkirin. Album ji bi piştgiriya Sony Musicê derket. <br />Tara Mamedova bi eslê xwe kurdên Bazîdê ne. Malbata wê pêşî çûne Ermenistanê û paşê jî ji wir hatine koç kirin û berê wan dane Kirgizîstanê. <br />Tara Mamedova bi vê albûma xwe, hunera xwe û hostatiya xwe dide nîşandan ku hemû gotin û muzîk jî ji aliyê wê ve hatiye çêkirin. Her wiha bi navê albûma xwe “AX”ê jî hesret û evîna welatê xwe derxistiye der. Peyva ‘AX’ê him tê wateya “xwelî”yê him jî tê wateya “êşandina mirovî” ji ber vê jî vî navî li albuma xwe kiriye. <br />Di albuma AXê de Tara bi deng û melodiyên jazz û bluesê bi stran û xwezaya kurdî digihîne hev. Ev yek jî di muzîka kurdî de cihekî taybet ji Tara Mamedova re vedike.

Buy Now on CodeCanyon