Bo helkefta rizgar kirina munbicê
Ji bo binkevê têgeha koletî
Di nav kîna tarî bibê ronahî
Eve bûn çira dildarên azadî
Bi hêzên lehenga, bi coja lehî
Ji bo serkevê nirxa jîna pîroz
Bi yek bangî çûn
bi yek bîr û doz
bo rizgarbikin hizr û vîna mirov
dijî zordariya neyar û çi hov
di munbic wêran bo pîlana dagirker
bi destê parizvanê jîna nûjen
ji bo paşerojê buharên ku bê
jibo hevjiyana gelên rojhilat
ji bo me xwîna xwe kirin xweş xelat
ewên lawê mîtan tîrêja welat
di rojava me bûn qîrîna ferat
îro tola mîrkan kirin destê
bi zendên dilêr bi hêrsê giran
ava bû di her der , xebatên ciwan
vejandin bi hevre giyana jiyan