Li Ser wê zemînê lehengî xwe dît
Vejîn bû viyana tijî vîn û jîn
Welatê tîrêjê dişînê silav
Li warê ku têde lehngî dijî
Emê berdewam kin riya azadî
Bidin xwîna xwe şa bikin xaka xwe
Ji bo ropelek nû vekin em bi tev
Ji bo rojavaya şirîn û bedew
Ku têde evînek resen her bijî
Eve gelê me ser sînora bi kîn
Dijî her pîlanî hemo derketin
Dibêjin bi hevre emê rabikin
Sînor û dîwarê dagirkeriyê
Emê qet nehêlin ava kin dîwar
Emê hilwşînin bi hev re dîwar
Wê her berdewam bê riya berxwdan
Dijî narvîna reş,di dêmê doman
Wê her serbilind bê giyana jiyan
Bi kedê egîta li ser wan çiyan
Bi yek hest û coşî bi yek cerg û can