Helbest:Occo Mahabad
Xwendin:Welat
Malkambaxê…
Carinan wisa dixwazim bigirîm
Dibêjim bigirî dilê min bigirî
Bi têra xwe bigirî
Heta sibê bigirî
Paşê tu têyî bîra min
Hêrs dibim
Diqehirim
Kufirek dikim
“fahişeya herkesî”
Nifirek dikim
“Xwedê bela xwe bide te”
Cixareyek dikişînim
Qedehek araq vedixwim
Li stêrkan dinêrim
Destên xwe dinêrim
Serê xwe ditewînim
Dîsa dixwazim bigîrim
Dîsa dîsa dîsa lê çênabe
Malkambaxê
Fêm dikim ku
Bi te jî tenê me bê te jî
Bi te jî ne bextewar im bê te jî
Bi te jî belengaz im bê te jî…
Helbest:Occo Mahabad