Li bakûrê Kurdistanê alozî û gengeşî her roj birîneke nû di dilê Kurdan de
vedike. Ev şer bi mirinê, bi malwêrankirinê, bi koçberiyê namîne; Her wiha
ev şer bû sebeb ku êdî hunermend jî nikarin debara xwe bikin û zarokê xwe
xwedîkin. Ji ber ku mecal û derfet nemaye kesek şahî, dewet û dilan li
darxe, hunermendên Kurd jî mane bêkar,bê şixul,tenê li Diyarbekirê di
beriya şer de rojê nêzî 170 dawet dihata kirin lê îro ev hejmar ketiye asta
herî kêm