Li Bakûrê Kurdistanê partiyên ku ji bo çareseriya pirsa Kurd rêbazên
aştiyane dipejirînin hewldanên yekîtîyê dikin, li ser vê yekê Partiya
Demoqrata Kurdistanê- Tirkiye PDK-T li Amedê bi pirojeyekê yekîtiya xwe û
Partiya Demoqrasiya Beşdar û çend komên siyasî ragihandin, di civînê de ji
çar parçeyên Kurdistanê siyasetmedar û rewşenbîr jî hazir bûn û her wisa
ev gav ji hemû aliyên siyasî ve gaveke erênî hate dîtin