Tenê 48 demjimêran û bajarê Minbicê dê ji DAIŞê were rizgar kirin, bi vê
gotinê fermandarekî Hêzên Sûriya Demoqratîk berdewamiya operesyona Bavê
Leyla ragihand.
Piştî wan pêşketinên berçav ku ji beriya 8 rojan ve didomin, yekemîn car
şer û pevçûn veguhestî kolanên texên derve yên bajarê Minbicê bûn, li gorî
agahiyan ku şervanên encûmena leşkerî ya Minbicê ku beşeke sereke ye ji
Hêzên sûriya Demoqratîk duh derngiya şevê derbasî taxên derve yên rojhilatê
bajarê Minbicê bûne. û ew pêşketin hat piştî topbarana firokeyên
hevpeymaniya navnetewî bi ser bargehên DAIŞê li wan taxan lewma rêxistina
teror xalên xwe li wir berdan û ber bi nava bajêr de vegeriyan