Mueyed Teyib - Ne Ba Min Siwar Dike Ne Ax Min Peya Dike

"mirinê, tu li ku yî
jiyanê ez kuştim!" (Hejar Mukriyanî)

ez takepelgê zer û pêtî me
vê payîza dereng
bi gulpên vê darê ve mayim
ne ba
min siwar dike
ne ax
min peya dike
rojên kurt û tarî
şevên reş û bêdawî
wek koremarekî
di gerdena min aliyayî ne û
ez mirim bo
fireke bay
çengekê hetavê

di ser çiyayan ra
di ser deryayan ra
wek bayê bezê
xencereka di hawara min tê
binê wê di destê Metînî de
serê wê li ser dilê min
gaziyên Nalbendî û Şikoyê Hesen
vê nîvşevê
di canê min de deng vediden
netirse
naêşît naêşît

ho kewê Metînî
ho pêlîstanka Elegezî
ez û êş hevalcêmk in
em di rojekê de ji dayik bûne
me şîrê êk sîng xwariye û
di êk hembêzê de mezin bûyîne
êş pîstê min e
êş xwîna min e
êş emrê min ê borî û
pêşeroja min e
her careke em rasta hev tên
di hembêza hev de digirîn
ez ne Pêtos im û
ji êşê natirsim
lê min
di danga Kêliya Şetayê
li rasta gêjebera
sê çar werîsa dûr
ji Kora Şimikzera
pîredayîkek heye
mergê sê kurên xwe dîtiye
hawar
destê min nagirît
bikeme çar

1988, Katrinaholm
Mueyed Teyib

Helbesta Mueyed Teyib - Ne Ba Min Siwar Dike Ne Ax Min Peya Dike bi dengê Abdullah Koçal li gel strana Mem Ararat - Lorîka Cemîlayê.

》Asoya Helbesta Kurdî

TÊKILÎ
》Facebook/Youtube: Asoya Helbesta Kurdî
》Twitter: @asoyahelbesta
》Emaîl: asoyahelbestakurdi@gmail.com