Surprise Me!

Jan Dost - Serbazo (Deng- Serkan Aydogan)

2019-09-06 14 Dailymotion

Ji dengê Serkan Aydogan helbesta Jan Dost - Serbazo

"Ji bo bîranîna Ugur Kaymaz û zarokên kurdistanê ên hîn şehîd nebûyî"
Jan Dost

Lê bide serbazo
Li vê sîngê li hêla çepê
Li vî dilî bide serbazo
Ev dilê ku bi Kurdî dike gupegup û
Tenê li ber awazê gulleyan dîlanê dike
Tivinga xwe rastî sînga min ya bê mû bike
Û mêranîya xwe şanî vê cîhana devlal bike
Ev dilê ku bi kurdî dike gupegup û xwîneke koçer tê de dikele
Ev dil…. dilê min e

Sêva jiyana min e ew, parçe parçe bike
Bila diya min bigirî,

bila diya te jî serbilind bibêje Ben bir Kahraman dogurdum.
Lê bide serbazo
Bêtirs û bêfedî

ev dil pezekî kovie nabe kedî

bêxwediye bêxwedî

lê bide serbazê har

gunehkar e ev dil gunehkaaaaar

ew ji bedena Amedê hez dike
Ji kolanên wê yên ku bi şev bîna stêrikan ji wan difûre
Ji stêrikên ku şahidên mirina Şêx Seîd
Û vêketina giyanê Mezlûm bûn,
ji mestbûan daran di hemêza Dîcle de hez dike ev dil
Ev dil, evîndarê toza li pê lingên bêrîvanan yên qelişî ye
Ev dil dilekî amedî ye serbazo

De lê bide zû
Tivinga xwe rastî vî beytikê netebitî bike
ku azadiyê mîna danên genim dixwaze nikil bike
Qederê xefkên xwe yên nedîtî li ber vedane,

Lê kî dikare beytikekî amedî ji xefka ku azadî daneya wê ye dûr bixîne

De serbazo de

Dudiliyê nîş an nede

nîşana xwe baş bigire
Û wî çûkî ji dan dûr birevîne
Eger tu dikarî

Eger tu mêr î

Eger tu diwêrî

Ev dil serxweş e serbazo
Kolanên Amedê
Pêlên Dîcle û spîndaran

Xirecira sikakên teng û mişt ji jiyan û sawîran

Siya mizgeft û dêran

Ew dîn kirine

Mîna hespekî kihêl ew zîn kirine

U berdane çolan
De wî li hişê wî vegerîne
Lê bide bêtirs û bêpirs
Ma wê kî xwîna zarokekî
Ji Amedê ji te bipirse

Wê kî hesabê xwîna beytikekî kurmancan bi tere bibîne ey serbazê baz?
Lê bide bi cesareta kalikên xwe
Yên ku birayên xwe di pêçekan de dixeniqandin
Bi hêrsa Atilla
Û  hovîtiya siltanan
Fedî neke
Ev zarokê li hemberî te
Zarokekî kurd e
Amedî ye
çarde havînan rûyê wî qemirandî ne

çarde buharan dilê wî
Di bêhna qerenfilan de definandine

çarde zivistanan  kenê wî bi berfê şuştine

çarde payîzan xeyalê wî mîna behîvên ter li ser agirê xezaman biriştine

Lê bide û hîîîîç netirse
ma wê kî bibêje te:
Ew zarokek bû
têr lîstik nebûbû

Yareke çavxezal nehebandibû
Ew hîn nebişkivîbû û hîn
Nizanîbû qurşîn çawa dilan qul dike

Evîn çawa dilan kul dike

Wî hîn

Nizanîbû çiye evîn

Çêja ramûsanên bidizî, li nav zadan û di siya darên çinarê de nedîbû vî dilê dîn

Lê bide serbazo
Ev dilê min e

Gunehkar e gunehkar
Her bi kurdî lêdide û
Ji sûrên Amedê hez dike
Ji kevokên mizgefta mezin û simîda li ser serê zarokan
Ji siya berêvarê ya diêêêêêj wekî nalînên dayikan hez dike

Ji qutîkên gulên mihemedî li ser kevîkên pencere û şibakan

Ji pevçûnên biçûk li koşe û serê zikakan

Ji bayê hênik ê di hêwana migefta Behram paşa de hez dike

Ji ronahiya qendîlên şeva cejna qurbanê û gurrîna agirê newrozê hez dike
Ji tavên biharê

Ji bejna adarê û ji şingeşinga zengilê beranên qer bêrêvarê
û  ji kêlegorên ku bi hêsirên dayikan têne şûşti

Buy Now on CodeCanyon