Roja zimanê zikmakî ya navneteweyî pîrozbe
Bijî berxwedana ziman û kesatiya bi KURDÎ.
Digel silavên kurdîhezî û Kurdistanî
S....
Roja zimanê zikmakî ya navneteweyî

21ê sibatê "Roja zimanê zikmakî ya navneteweyî" ye. Ev roj, di 17.11.1999ê de ji aliyê UNESCOyê ve hat pejirandin û bi seremonîyekê hat îlankirin. Ev roj her sal li seranserê cîhanê bi çalakîyên pirrengî tê pîrozkirin. Kurd îsal jî bi awayekî girseyî û bi çalakiyên berfireh amadekirina pîrozbahîyên vê rojê dikin. Li Sêwêdê jî di di dibistanan de bê pîrozkirin.

Armancên vê rojê çi ne?

1. Balkişandina ser mafê perwerdeya zimanê zikmakî
2. Bilindkirina famdarîya ji bo civakeka pirçandî
3. Bilindkirina toleransa li hember mirovên cihêreng

Çima 21ê sibatê?

Di 21ê sibata 1952ê de, di xwepêşandaneka ji bo fermîbûna zimanê zikmakî de polîs 11 kes kuştin. Loma Bengladeşî 21ê sibatê wek roja şehîdên zimanê xwe bibîrtînin.

Dibistana kurdî

http://www.dibistanakurdi.com/index.php