Tije Vîdyo! ~ http://www.dailymotion.com/user/Serpehati
Li Licê 42 leşkerên Tirk hatine kuştin
Avestakurd http://www.avestakurd.net/nceyn-rojane/li-lic-42-leskern-tirk-hatine-kustin-h2633.html
Avestakurd -- Hat zanîn, gerîlayên HPG'ê li navçeya Licê ya Amedê di encama çalakiyeke fedayî de li dijî qereqola Angulê 36 leşkerên Tirk kuştine.
17 Mijdar 2012 Şemî 17:55
Li Licê 42 leşkerên Tirk hatine kuştin
Piştî êrîşa li dijî qereqola Angulê, Artêşa Tirkiyê dest bi opersyonê dike. Di encama operasyonê de pevçûn di navbera gerîla û leşkerên Tirkiyê de diqewime û di encam de 6 leşkerên din tên kuştin. Der barê çalakiyê de HPG'ê di malpera xwe de weha ragihand " Di 16'ê Mijdarê de di saet 05.45'an de li navçeya Lîceya Amedê li dijî qereqola Angûlê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyeke fedaî hatiye lidarxistin. Gerîlayên me yê bi çekên girân û ferdî gule reşandine ser qereqolê, li pêşiya nîzamiya qereqolê jî wesayiteke 4 ton teqemenî barkirî teqandine. Di encama teqîna dijwar de eniya pêş a avahiya qereqolê, 10 çeper, tankek û çepereke çeka A4, cebilxaneya qereqolê û konteynirên li derdora qereqolê rûxiyane, avahiya qereqolê û avahiyên li derdora wê şewat girtiye û şewitîne, ji bilî du çeperên li dawiya qereqolê hemû çeper ruxiyane.

Yên ji aliyê me hatine zelalkirin li qereqolê 36 leşker hatine kuştin, gelek leşker jî birîndar bûne. Dijmin ji bo zirara mezin a qewimiye veşêre qereqol bi birandayan veşartiye, riya Çewlik û Amedê jî heta danê nîvro li çûn û hatinê girtiye. Artêşa dagirker a tirk bi helîkopterên skorskya, bi skorskyên embûlans, 5 embûlans û bi wesayitên sivîl kuştî û birîndarê xwe ji herêmê dûr xistiye.
Di saet 07.30'an de li dijî herêmên Angûl, Dêrkam, Huseynik, Panav, Dêrxus û Cînezorê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi piştgiriya helîkopterên kobrayan operasyonek hatiye lidarxistin. Gerîlayên me yê hêzên operasyonê şopandine di saet 09.30'an de li dijî 2 baskên dijmin di navbera Cînezor û Dêrxus de çalakiyek lidarxistiye. Di encama vê çalakiyê de 6 leşkerên dijmin ji aliyê gerîlayên me ve hatine kuştin, hejmara birîndarê wan jî nehatiye zelalkirin. Artêşa dagirker a tirk ê kuştî û birîndarê xwe bi helîkopterên skorskya û wesayitên sivîl ji herêmê dûr xistiye li dijî herêmê bi helîkopterên kobrayan bombebaran kiriye. Operasyona li herêmê di saet 16.00'an de bi piştgiriya helîkopterên kobrayan paş de vekişiyaye."

Avestakurd

ANF: Di qereqola Angulê ya Licê de teqînek mezin

Amed - Hêjayê gotinê ye ku gerîlayên HPG'ê 2yê mijdarê li dijî vê qereqolê çalakiyek mezin
pêk anîn. Rayedarên Tirk îdîa kirin ku tenê leşkerek miriye û 6 jî birîndar bûn. Lê HPG'ê ragihand ku 41 leşker hatine kuştin. HPG'ê piştre dîmenên qereqolê weşand û ji bilî leşkerê ku artêşa Tirk nasnameya wî aşkere kir, HPG'ê nasnameya leşkerek din ê Tirk ê ku di wê çalakiyê de hatibû kuştin aşkere kiribû.

ANF 08:27 / 16 Mijdar 2012..

Dibistana kurdî
http://www.dibistanakurdi.com

Ferhengên KURDÎ
1 http://nuh.ferheng.org/

Bijî kurdîhez....